Winamp Logo
COSMO Kurdî Cover
COSMO Kurdî Profile

COSMO Kurdî

Kurdish, Talk, 1 season, 150 episodes, 3 days, 12 hours, 46 minutes
About
COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne. Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
Episode Artwork

Dersînorkirina hevwelatiyên Tirkiye'yê

Almanya û Tirkiye’yê careke din li ser vegerandina penaberan li hev kirin, lê belê îcar mijar xelkê Sûrî yan Afxanistan’ê nînin, hevwelatiyên Tirkiye’yê ne, ku penaberiya wan nehatiye qebûl kirin. Û Hêjayî gotinê ye, pirraniya wan Kurdên me ne. Em jî li ser vê rêkeftinê ji Rêxistina Gelên di bin metirsiyê de, bi Dr. Kemal Sido re dipeyivin. Von Celil Kaya.
10/4/202429 minutes, 25 seconds
Episode Artwork

kovara Çîya

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.
9/27/202431 minutes, 14 seconds
Episode Artwork

2. Salvegera kuştina Jîna Emînî

Bi ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî du sal buhurîn. Xwepêşandan wekî berê girseyî nînin jî mirov nikare behsa aramiyekê li Îran’ê bike. Ka di van du salên buhurî de çi hat guhertin? Bi taybetî nifşa nû, ku pêşengiya xwepêşandanan dikirin niha çi dikin. Ji Komeleya Jinên Azad ên Rojihilatê Kurdistan’ê KJAR’ê çalakvana mafên jinan Meyrem Fethî bersiv dide. Von Celil Kaya.
9/20/202434 minutes, 16 seconds
Episode Artwork

Pira konserê ya di navbera Orient û Occident de

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.
9/13/202428 minutes, 22 seconds
Episode Artwork

Çîroka Stranekê: Welatê me Kurdistan e

Di sala 1973’an de dema ku stran a "Welatê me Kurdistan e" li ser frekansên Radyoya Erîwan’ê hat weşandin, stranê li seranserî Kurdistan’ê bi şewqeke mezin hat guhdarî kirin. Mirov bi zimanê îroyîn bêje, stran dibe "hit" û gelek guhdar jî name dişînin ji radyoyê re ku wê stranê careke din, careke din lê din. Anku ev stran dibe sirûda nasnameya Kurdî. Nivîskarê vê stranê Mecîd’ê Silêmên di Tebaxa 2028ân de li Qazaxistan’ê koça dawî kir. Von Celil Kaya.
9/6/202434 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

Navid Zardi

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.
8/30/202436 minutes, 27 seconds
Episode Artwork

50 salên bi huner: Şivan Perwer

Hunermend Şivan Perwer îsal 50 saliya hunera xwe pîroz dike. Em jî di vê xeleka xwe de cih didin hunera wî û em bi nivîskarê jînenîgariya Şivan Perwer bi Dr. Abdullah Încekan re him li ser jiyan him jî li ser hunera vî hunermendî efsanewî dipeyivin. Von Celil Kaya.
8/23/202434 minutes, 15 seconds
Episode Artwork

di 9 saliya xwe de zewicî

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.
8/16/202432 minutes, 16 seconds
Episode Artwork

Betlane mafê her zarokekî/ê ye

Betlaneya havînê dest pê kir. Bi taybetî jî malbatên bi zarok ketin nav teşqeleyekê. Lê divê zarok tatîla xwe çawa derbas bikin? Malbatên ku nikarin herin tatîlê dikarin çi bikin? Em van pirsan ji Frankfurt’ê ji sosyalpedagog û terapîstê malbatî ji Mehmet Ataç dikin. Von Celil Kaya.
8/9/202431 minutes, 21 seconds
Episode Artwork

10 sal piştî komkujiya Şengalê

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.
8/2/202435 minutes, 43 seconds
Episode Artwork

Lihevhatina Erdoğan û Esad

Piştî du salan Erdoğan careke din hewlê dide bi serokê Sûrî Beşar Esad re were cem hev. Vê carê Esad bi zimanekî nermtir bersiv da lê belê hîna jî diyar nîne ka civîn ewê pêk were, pêk were jî li ku û di bin çi şert û mercan de. Em jî ji Rêxistina Civil Wave PÊL bi birêz Ferhad Ehmê vê hewldanê û senaryoyên pêkan dinirxînin. Von Celil Kaya.
7/26/202442 minutes, 53 seconds
Episode Artwork

Tirkiye êrîşî başûrê Kurdistanê dike

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.
7/19/202428 minutes, 17 seconds
Episode Artwork

Îran: Reformxwazekî bê hêz û destûr

(c) WDR 2024 Von Celil Kaya.
7/12/202436 minutes, 19 seconds
Episode Artwork

Şampiyonaya Ewropî 2024

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.
7/5/202436 minutes, 20 seconds
Episode Artwork

Piştî Salan Dîsa Koma Amed

Koma Amed piştî 27 salan hat cem hev û serê vê mehê li Parîs’ê konserek da. Kom ewê herweha 5’ê mehê li Köln’ê jî konserekê bide. Em jî vê heftê bin endamê Koma Amed Silêman re li ser efsaneya Koma Amed dipeyivin. Von Celil Kaya.
6/28/202430 minutes, 33 seconds
Episode Artwork

10 salên DAIŞ'ê

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.
6/21/202427 minutes, 47 seconds
Episode Artwork

Nîqaşa Kurdbûna Êzîdiyan

Li Iraq'ê pêşniyara naskirina Êzîdiyan wekî miltteke cihê û komkirina 182 îmzeyên endamên parlamentoyê pêleke din a nîqaşan jî bi xwe re anî. Ev jî ji Şêwra Navendî ya Êzîdiyên Almanya’yê bi Dr. Îrfan Ortaç re, bi berdevkê Encûma Êzîdîyên Sûrî bi nivîskar û helbestvan Serhan Îsa re li ser vê mijarê dipeyivin. Herweha nivîskarê Êzîdî Newaf Mîro jî li ser vê nîqaşê dîtinên radigihîne. Von Celil Kaya.
6/14/202445 minutes, 20 seconds
Episode Artwork

Jiyana Kurdan li Almanya

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.
6/7/202427 minutes, 25 seconds
Episode Artwork

Zanîngeha Rojava: Yekemîn derçûyên Master'ê

Îsal cara pêşîn li cem Zanîngeha Rojava ji Enstituya Zanistên Civakî û Mirovî çendîn kesan dereceya masterê wergirtin, ku di nav wan de jin jî hene. Em jî pêşî ji hevserokê vê enstituyê ji Dr. Sarda Saadî hin agahiyan distînin û paşê digel Sorgul Ebdilselam û Xelîl Husên him li ser xwendina wan him jî li ser tezên wan ên masterê dipeyivin. Von Celil Kaya.
5/31/202435 minutes, 23 seconds
Episode Artwork

Wefata Serokkomarê Îranê

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.
5/24/202427 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

Berlîn: Festîvala Edebiyata Sirgûnê ya Kurdî

Ji 29’ê Gulanê heta 2’ê Hezîranê li Literaturhaus Berlin'ê Festîvala Edebiyata Kurdî ya Sirgûnê "Dengê min tê te?" tê li dar xistin.Em jî yek ji amadekarên vê festîvalê bi Dr. Dawit Yeşîlmen re him li ser bernameya festîvalê him jî li ser edebiyata Kurdî ya sirgûnê dipeyivin. Von Celil Kaya.
5/17/202427 minutes, 53 seconds
Episode Artwork

Enstîtuya Goethe Kurdan vedixwîne. hunermend yek

(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.
5/10/202427 minutes, 59 seconds
Episode Artwork

Shahmaran: Muzîka Kurdî ya Elektronîk

Di çarçoveya projeya Şahmaran de çanda kevnar a Kurdî ya çîrokbêjî û dengbêjî bi muzîka elektronîk ji nû ve tê şîrove kirin. Em jî bi muzîkjen Mustafa Demîr re li ser muzîka elektronîk a Kurdî û li ser projeya wan a bi navê Şahmaran dipeyivin. Von Celil Kaya.
5/3/202434 minutes, 10 seconds
Episode Artwork

Erdogan serdana Bexda û Hewlêrê dike

© WDR 2024 Von Kamil Basergan.
4/26/202425 minutes, 14 seconds
Episode Artwork

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf'ê

Di navbera 25 û 27’ê Nîsanê de yekemîn festîvala fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê bi rê ve diçe û fokusa îsal jî Êzîdî ne. Em jî bi yek ji amadekarên vê festîvalê bi Talat Ekinci re dipeyivin Von Celil Kaya.
4/19/202424 minutes, 8 seconds
Episode Artwork

Belçîka: Êrîşên nijadperest ên ser Kurdan

Di 24’ê Adarê li Belçîka’yê bi dehan nijadperestên Tirk, ku di li pêşiya maleke Kurd kombûbûn û hewl didan tevî kesên li hundir agir bi malê xin. Hevdem vê dawiyê dadgeha bilind a Belçîkî cezayê du sîxurên îstîxbarata Tirk MIT’ê, ku ji ber plansaziya suîqasta hin siyasetmedarên Kurdan kiribûn, pesend kir. Von Celil Kaya.
4/12/202426 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

Hilbijartinên herêmî li Tirkiyê

© WDR 2024 Von Kamil Basergan.
4/5/202420 minutes, 27 seconds
Episode Artwork

Soleen Yusef, senarîst û derhêne

© WDR 2024 Von Kamil Basergan.
3/29/202435 minutes, 53 seconds
Episode Artwork

30 saliya Civaka Kurdî ya Almanya'yê

© WDR 2024 Von Celil Kaya.
3/22/202428 minutes, 25 seconds
Episode Artwork

Mafên mirovan ji bo hemûyan - bi hev re li dijî nijadperestiyê

© WDR 2024 Von Kamil Basergan.
3/15/202425 minutes, 53 seconds
Episode Artwork

HRW: Tirkiye li Rojava dibe şirîka sûcên şerrî

Rêxistina mafên mirovan HRW di rapora xwe de dibêje, Tirkiye li Rojava êrîşî binesaziya sivîl dike û li herêmên dagirtî yên wekî Efrîn'ê ji ber sûcên çeteyan berpirsiyar e. Von Celil Kaya.
3/8/202433 minutes, 31 seconds
Episode Artwork

Derxistina ji Iraqê. Penaberan

© WDR 2024 Von Kamil Basergan.
3/1/202423 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

Roja Zimanê Dayîkê û Dersên Kurdî

21’ê Sibatê roja cîhanî ya zimanê dayîkê ye. Emê jî bi boneya vê rojê ji Yekitiya Malbatên Kurdistan’ê YEKMAL’ê bi birêz Şerîf Derînce re him li ser sempozyûma wan a ser zimanê Kurdî û herweha derfet û zehmetiyên pêşiya dersên zimanê Kurdî yên li Almanya’yê bipeyivin. Von Celil Kaya.
2/23/202437 minutes, 4 seconds
Episode Artwork

Êdî ji bo penaxwazan perê neqdî nîne

Hikûmetê dawiya parsal di warê alîkariya darayî ya ji bo penaxwazan de biryara guhertinekê dabû. Li gor vê yekê penaxwaz dikarin alikariya darayî bistînin lê belê di teşeyeke din de. Von Kamil Basergan.
2/16/202423 minutes, 47 seconds
Episode Artwork

Swêd radyoya Kurdî digire

Radyoya Swêd’ê biryara girtina beşa Kurdî da. Biryarê gelek pirs û nîqaş jî bi xwe re anîn. Gelo ev yek li ser daxwaza Tirkî hat yan na? Em jî vê pirsê ji beşa Kurdî ya radyoya Swêd’ê, ji Rojnameger Beşir Kavak dikin. Von Celil Kaya.
2/9/202426 minutes, 32 seconds
Episode Artwork

Darvekirinên li Îranê / 1 sal piştî erdhejên li Sûriye û Tirkiye

© WDR 2024 Von Kamil Basergan.
2/2/202433 minutes, 2 seconds
Episode Artwork

Almanya li dij rastgiran ser piyan e

Deh rojên buhurî li seranserî Almanya’yê xwepêşandanên dij AfD û rastgirên tundrew hatin li dar xistin, ku tê de zêdeyî milyonek kes beşdar bûn. Sedema van xwepêşandanan civîneke nepenî ya AfD’ê bû, ku tê plansaziya sirgûn kirina biyaniyan dihat kirin, çi koçberên nû çi jî hevwelatiyên Alman bin. Em ji Civata Kurdî ya Almanya’yê bi birêz Mehmet Tanriverdi re li ser AfD, xwepêşandanên girseyî û encamên wan ên pêkan dipeyivin. Von Celil Kaya.
1/26/202427 minutes, 47 seconds
Episode Artwork

Îran êrîşî Hewlêr û Syriendike

© WDR 2024 Von Kamil Basergan.
1/19/202427 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

Gurên Boz: Gefên li dij siyasetmedarên Kurd

Çalakiyên îstîxbarata Tirk ên li derveyî welat ev demek e, di rojeva Almanya’yê de ye. Lê belê herweha hejmara gef û heqaretên li dij muxalîfên hikûmeta Tirk û bi taybetî jî li dij Kurdan herku diçe zêdetir dibe. Vê dawiyê siyasetmedara herêmî ya ji Frankfurt’ê Sarya Atac, ji neteweperestekî Tirk gefa kuştinê wergirt. Von Celil Kaya.
1/12/202424 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

Guhertinên di sala nû de

Hikûmeta federal ji bo sala nû biryara hin guhertinan da, ku hin ji wan di derbarê rewşa aborî û debara hevwelatiyan de ne. Guhertin li gor biryara dadgeha destûrê ne. Von Kamil Basergan.
1/5/202417 minutes
Episode Artwork

Pisîk çay venaxwin

© WDR 2023 Von Celil Kaya.
12/29/202332 minutes, 1 second
Episode Artwork

Koma NANOBEAT û dîroka muzîka Kurdî

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
12/22/202326 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

Şer û Siyaseta Femînîst a Derve

Em vê heftê li ser siyaseta femînîst a derve û herweha rûdanên dawî yên li rojhilatê navîn û cîhanê hûr dibin, ka cî bi cî kirina vê siyasetê çiqaş pêkan e û zehmetiyên li pêşiya wê çi ne. Di vî warî de mêvana me pispora zanistên siyasî Dastan Casim e. Von Celil Kaya.
12/15/202334 minutes, 56 seconds
Episode Artwork

Masud Abdulkhaleq

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
12/8/202324 minutes, 22 seconds
Episode Artwork

Wergerandina Ulysses'ê

Nivîskar, helbestvan û wergêr Kawa Nemir ev roman bixwe wergerand bo Kurdî û parsal ji weşanên Avesta weşand. Ulysses ne tenê xurttirîn romana Joyce e lê herweha di warê romana nûjen de wekî şoreş tê bi nav kirin, ku riyeke nû li pêşiya romannivîsiya nûjen xistiye. Û hemû otorîteyên wêjeyî li ser wê yekê hevbîr in, ku wergerandina vê romanê ji aliyê zîmên ve gelek zehmet e, ji ber ku nivîskar di metsa eslî de bi dengen re dilîze, wezn û qafiye bi kar tîne. Von Celil Kaya.
12/1/202340 minutes, 55 seconds
Episode Artwork

COSMO Kurdi So. 26.11.2023 Sendemitschnitt

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
11/26/20231 hour, 18 seconds
Episode Artwork

Bürgergeld di sala nû de zêde dibe

Şêwra Federal Bundesrat’ê zêdekirina Bürgergeld a bi rêjeya ji sedî 12 erê kir. Herweha, Almanya dixwaze mercên ji bo hatina karkerên pispor ên ji derveyî hêsantir bike. Von Kamil Basergan.
11/24/202323 minutes, 21 seconds
Episode Artwork

Almanya dixwaze Êzîdiyan dersînor bike

Herçend Almanya’yê serê îsal Fermana Şingal’ê ya sala 2014’an wekî Genozid anku nijadkujî nas kir jî hikûmeta federal dixwaze dora 20 hezar Êzîdî vegerîne Iraq’ê. Gelek Êzîdî dema ku diçin daîreyên biyaniyan, da ku îqama xwe dirêj bikin, yekser tên girtin û wan dişînin Abschiebehaft anku girtîgeha beriya dersînorkirinê. Li hember vê yekê jî bi dehan Êzîdî ji bo mehekê kon vedan li pêşiya Bundestag. Di 10’ê mehê de şandeyeke Êzîdiyan bi nûnerên SPD’ê re rûniştin û çalakî bi dawî hat. Von Celil Kaya.
11/17/202335 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

Krîza Îsraîl û Hamasê

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
11/10/202330 minutes, 25 seconds
Episode Artwork

Rojava: Aboriya Civakî çi ye?

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ev zêdeyî 10 sal in ser piyan e û li herêmê sîstemeke demokrasiyeke rasterast tê ceribandin. Lê di heman demê de aboriyeke alternatîf, anku aboriya civakî jî tê ava kirin. Lê aboriya civakî çi ye? Ka çi ferqa wê ji aboriya lîberal yan aboriya komunîst heye? Em van pirsan ji Rojava, ji aborînas Çeleng Omar dikin. Von Celil Kaya.
11/3/202337 minutes, 8 seconds
Episode Artwork

Dengên bêsînor

Musîkjenê Kurd Saman Mustafa parçeyeke projeya bi navê “Newayên Bêsînor” e. Di çarçoveya vê projeyê de newayên Kurdî bi karîgeriya muzîka rojavayî tê hûnandin. Von Kamil Basergan.
10/27/202330 minutes, 45 seconds
Episode Artwork

Şerê Xeza'yê û dijminatiya cihûyan

Ji 7’ê mehê û vir ve çavê hemû cîhanê li şerê di navbera Hamas û Îsraîl’ê de ye. Li Almanya'yê jî xwepêşandanên ji bo Xeza’yê tên li dar xistin. Vê yekê rê li nîqaşa dijminahiya cihûyan a di navbera civaka koçberan de jî vekir. Von Celil Kaya.
10/20/202329 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

" li Rojhilata Navîn çi diqewime?"

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
10/13/202335 minutes, 12 seconds
Episode Artwork

Dîaloga navbera Kurdên Musulman û Êzîdiyan

Rêxistina bi navê Kurdish European Society di çarçoveya projeyeke dîaloga di navbera olan de Kurdên Musulman û Êzîdiyan tîne cem hev. Mebest kar tê kirin, lêborîn û lihevhatin e. Von Celil Kaya.
10/6/202334 minutes, 12 seconds
Episode Artwork

San Jola kî ye?

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
9/29/202334 minutes, 40 seconds
Episode Artwork

34 Guleyên Polîsan ser xortekî 19 salî

Vê heftê emê li ser bûyera Bilal G. hûr bibin. Xortê 19 salî niha ji ber gulleyên polîsan felc. Lê belê tiştekî ku herkesî matmayî dihêle ew e, ku polîsan li dij kesekî bê çek, di nav taxekê de 34 gulle teqandin. Em jî ji Würzburg’ê bi parêzer Roj Khalaf re dipeyivin. Von Celil Kaya.
9/23/202340 minutes, 45 seconds
Episode Artwork

34 Guleyên Polîsan ser xortekî 19 salî

Vê heftê emê li ser bûyera Bilal G. hûr bibin. Xortê 19 salî niha ji ber gulleyên polîsan felc. Lê belê tiştekî ku herkesî matmayî dihêle ew e, ku polîsan li dij kesekî bê çek, di nav taxekê de 34 gulle teqandin. Em jî ji Würzburg’ê bi parêzer Roj Khalaf re, ku temsîka Bilal G. dike, him li ser hûgiliyên bûyerê û him jî qanûna wezîfe û selahiyeta polîsan dipeyivin. Von Celil Kaya.
9/22/202340 minutes, 45 seconds
Episode Artwork

Salek piştî kuştina Jîna

Bi ser mirina keça Kurd Jîna Mehsa Emînî salek buhurî û xwepêşandanên ku li seranserî Îran’ê dest pê kiribûn ji hingî ve didomin. Herçend Jîna keçeke Kurd jî bû, piştî kuştina wê ya bi destê polîsên Komara Îslamî ne bi tenê Kurd li Rojhilat nerazîbûn nîşan dan lê hemû pêkhateyên Îranê rabûn ser piyan. Lê belê bersiva rejîmê jî gelek hişk bû, ku bi sedan kes hatin kuştin û bi dehan kes jî hatin îdam kirin. Di vê xelekê de rêvebira rêxistina mafên Mirovan Hangaw Shler Bapiri salek piştî kuştina Jîna û karvedanên wê yên heta roya îroyîn rave dike. Von Kamil Basergan.
9/15/202331 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

Li Dêrê Zorê çi diqewime?

© WDR 2023 Von Celil Kaya.
9/8/202336 minutes, 29 seconds
Episode Artwork

qanûna xwezayîbûnê ya nû

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
9/1/202321 minutes, 2 seconds
Episode Artwork

100 sal şanoya Kurdî

Pirr nayê zanîn lê belê şanoya Kurdî xwedî dîrokeke zêdeyî 100 salî ye. Em jî bi şanoger Mîrza Metin re him li ser dîroka û sibêroja şanoya Kurdî dipeyivin him jî li ser dibistana Şanoyê Dîwan Akademî, ku ew di mehên pêşiya me de li Êlih’ê vedike. Von Celil Kaya.
8/25/202338 minutes, 29 seconds
Episode Artwork

Hemîd Badirxan û Konferansa Badirxan

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
8/18/202333 minutes, 37 seconds
Episode Artwork

Pisîk Çay Venaxwin

Penaberekî xelkê rojhilatê Kurdistan’ê Ayhan Urmiye di pirtûka xwe ya kurteçîrokan de behsa hevaltiya xwe ya digel psîkekî Alman a bi navê Hans dike, ku di kampa penaberan de digel wan dijî Von Celil Kaya.
8/11/202332 minutes, 1 second
Episode Artwork

Konferansa Hannoverê / Rewşa li Îranê

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
8/4/202327 minutes, 56 seconds
Episode Artwork

Peymana Lozan'ê û Destûra 1921'an

© WDR 2023 Von Celil Kaya.
7/28/202338 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

Şidetên malbatî

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
7/21/202333 minutes, 4 seconds
Episode Artwork

NATO: Tirkiye'yê vetoya Swêd'ê rakir

Tirkiye'yê piştî 15 mehan vetoya xwe ya ser endametiya Swêd'ê ya li cem NATO'yê rakir. Îcar di endametiya Swêd’ê ya li cem NATO’yê serkeftina mezin ya kê ye? Û herweha di encama vê yekê de herî zêde kê wenda kir? Em van pirsan û çendîn pirsên din ji pisporê zanistên siyasî ji Sinan Önal dikin. Von Celil Kaya.
7/14/202332 minutes, 25 seconds
Episode Artwork

Li Swêdê şewitandina Qur'anê, li Elmanyayê dijminatiya misilmana

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
7/7/202330 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

Rojava: Daişiyên biyanî tên darizandin

Rêveberiya xweser piştî têkçûna Daişê ya li ser erdê bang li welatên peywendîdar û civaka navnetewî dikir, ku hevwelatiyên xwe yan bibin û bixwe darizînin yan jî piştgirî bidin, ku li Rojava Trîbunaleke Navnetewî were damezirandin. Bersivek ji wan nehat û Rêvberiya Xweser jî di vê dawiyê ragihand, ew nema li benda civaka navnetewî dimînin û ewê dest bi darizandina Daişiyên biyanî bikin. Von Celil Kaya.
6/30/202336 minutes, 38 seconds
Episode Artwork

Li Almanyayê pêla germê û krîza jîngehê

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
6/23/202332 minutes, 47 seconds
Episode Artwork

Qanûna Terorê: Kurdên Swêd'ê bi fikar in

Qanûna nû ya dij-terorê ya Swêd’ê ket meriyetê û darizandina pêşîn a ji ber vê qanûnê jî dest pê kir. Lê belê qanûnê him li cem raya giştî ya Swêd’ê him jî li cem Kurdên Swêd’ê dengveda û rastî nerazîbûn û rexneyan hat. Di derbarê wan rexne û fikaran de em jî ji beşa Kurdî ya Radyoya Swêd’ê bi rojnameger Beşîr Kavak re bipeyivin, ku ev demeke dirêj e, van mijaran ji nêz ve dişopîne. Von Abducelil Kaya.
6/16/202330 minutes, 23 seconds
Episode Artwork

Pirsa Yekşemê ji bo hilbijartinên federal

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
6/9/202333 minutes, 18 seconds
Episode Artwork

HDP'ê çima deng wenda kirin?

© WDR 2023 Von Abducelil Kaya.
6/2/202335 minutes, 56 seconds
Episode Artwork

Hevwelatîbûn

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
5/26/202328 minutes, 25 seconds
Episode Artwork

Hilbijartinên li Tirkiyeyê

Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê him hilbijartinên serokkomariyê him jî yên parlamentoyê hatin li dar xistin. Hilbijartinên îsal wekî hilbijartinên çarenivîsê dihatin pênase kirin, ka di encamê de dawî li desthilatdariya bîst salan a AKP û serokê wê Erdoğan were. Lê belê muxalefet, ku serokê CHP’ê Kemal Kılıçdaroğlu serkêşiya wê dike, encamên ku di dixwest bi dest nexist. Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê, ku ji ber tirsa doza girtinê, di bin navê Partiya Çep a Kesk YSP de ket hilbijartinan, piştgirî dabû Kılıçdaroğlu. Von Kamil Basergan.
5/19/202324 minutes, 39 seconds
Episode Artwork

Dîlan Örs hêviya xwe ji welêt nebirriye

Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin û dengdanên li derveyî welêt di dawiya meha Nîsan’ê dest pê kir. Di nav wan kesan de, ku dengê xwe da keça Hozan Canê Dilan Örs jî hebû. Em jî pê re li ser wê yekê dipeyivin, ka wê çima deng da, ka bendewariyên wê çi ne. Hevdem, halê hazir li Tirkiye’yê 64 hevwelatiyên Alman di girtîgehê de ne û zêdeyî 60 hevwelatiyên Alman li Tirkiye’yê asê mane, ji ber ku derbarê wan de qedexeya derketina ji welêt heye. Von Abducelil Kaya.
5/12/202325 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

14'ê Gulanê: Hilbijartinên li Tirkiye'yê û li Bremen'ê

Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin û di van hilbijartinan de ewê him serokkomarekî nû û him jî parlamentoyeke nû were hilbijartin. Em jî di vî warî de ji Zanîngeha Dîcle’yê bi huquqnas Vahap Coşkun re dipeyivin. Hevdem di 14’ê Gulan’ê de li Bremen’ê jî hilbijartin hene.Cindî Tuncel jî ji sala 201‘an ve endamê parlemtoyê ye û vê carê jî ji partiya Çep namzet e. Em jî bi vî siyasetmedarê Kurd ê Ezîdî di derbarê hilbijartinan de dipeyivin. Von Abducelil Kaya.
5/5/202335 minutes, 5 seconds
Episode Artwork

100 sal paşê: Peymana Lozan'ê û Kurd

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
4/28/202334 minutes, 4 seconds
Episode Artwork

TİP'ê çav berda dengên çepgir ên HDP'ê

Di 14’ê Nîsanê de li Tirkiye’yê him hilbijartinên serokkomariyê him jî parlamentoyê tên li dar xistin. Heta niha hemû lîste û namzet jî misoger bûn û ji aliyê YSK’ê ve hatin pesend kirin. Lê belê wekî ku me hefteyên buhurî jî ragihandibû, endama Bloka Ked û Azadiyê TİP, li hin bajaran bi listeyên xwe dikeve hilbijartinan û dibe reqîbê lîsteyên Partiya Çep a Kesk. Di vî warî de li cem Kurdan ne tenê dilşikestin lê belê hêrsek jî heye. Di vî warî de em jî bi Rojnamager Irfan Aktan re dipeyivin. Von Celil Kaya.
4/21/202323 minutes, 41 seconds
Episode Artwork

„20 sal piştî Iraqê, çi bû?“

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
4/14/202328 minutes, 47 seconds
Episode Artwork

Maceraya firotina nefta Kurdistan'ê

Di 14’ê Gulanê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin. Nazmet hêdî hêdî zelal dibin. HDP ji ber tirsa doza girtinê di bin navê partiya çep a Kesk de dikeve hilbijartinan û ji bo serokkomariyê bixwe namzetek nîşan neda. Di 23’ê Adarê de Dadgeha Navnetewî ya Tahkîmê Milyar û nîv dolar cezayê père da Tirkiye’yê çima ku bêyî rizamendiya Bexda’yê nefta Kurdistan’ê difirot. Von Celil Kaya.
4/7/202353 minutes, 28 seconds
Episode Artwork

8 hefte piştî erdheja Mereş'ê

Bi ser erdheja Mereş'ê ya meha Sibatê 8 hefte buhurîn lê berê birînên xelkê hîna jî nehatin derman kirin. Yekitiya Ewropî biryara 8 mîlyar Euro'yan ji bo Tirkiye û Sûrî da. Von Kamil Basergan.
3/31/202327 minutes, 52 seconds
Episode Artwork

Li Almanya'yê nijadperestiya dij Kurdan

© WDR 2023 Von Celil Kaya.
3/24/202342 minutes, 55 seconds
Episode Artwork

Newroz: Sersala 2723 ya Kurdî pîroz be

Newroza îsal li Kurdistan’ê di bin siya karesat û bûyerên din de pêk tê. Li Bakur erdhej û hilbijartin, li Rojava erdhej û êrîşên Tirkiye'yê û li Rojhilat jî serhildan. Von Kamil Basergan.
3/17/202341 minutes, 26 seconds
Episode Artwork

Hilbijartinên Serokkomarî - Nêzîkbûna Enqere û Şam

© WDR 2023 Von Celil Kaya.
3/10/202328 minutes, 28 seconds
Episode Artwork

Jîna Emînî: Xwepêşandan berdewam in

Keça Kurd Mahsa Jîna Emînî di meha îlonê de bi destê polîsên Komara Îslamî ve hatibû kuştin. Xwepêşandanên piştî mirina wê ev şeş meh in berdewam dikin. Herweha rejîma Îran’ê jî bi hemû hêza xwe hewlê dide xwepêşandanan bitepisîne. Rêxistinên sivîl radigihînin, ku ji destpêka xwepêşandanan û vir ve zêdeyî 500 kes hatine kuştin, ku di nav wan de jêrtemen jî hene. Heta niha 4 xwepêşandêr jî hatin îdam kirin û dezgehên mafên mirovan hiyarî didin ku 109 kesên din di bin metirsiya cezayê îdamê de ne. Von Kamil Basergan.
3/3/202330 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

Erdhej: Bajarên Kurdan bêxwedî hatin hiştin

Kurdên li Sûrî ji ber cudakariya li hember gilî û gazinan dikin, ku alîkariyên navnetewî nadin wan. Hevpeyvîna digel Yusuf Muhammed. Di derbarê travmaya erdhejê de heypevyîna digel dêrûnînas û Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan. Romana dawî ya Bextiyar Elî Dagirkirina Tarîtiyê dibe şano. Hevpeyvîna digel derhêner Ihsan Othmann Von Celil Kaya.
2/24/20231 hour, 20 seconds
Episode Artwork

Bîlançoya erdhejê girantir dibe

Tê ragihandin hejmara qurbaniyên erdheja dijar ji 44 hezaran zêdetir e. Dezgeha Hawarçûnê ya Tirk AFAD’ê ragihand, heta niha termên zêdeyî 38 hezar kesan ji bin xirbeyan hatine derxistin. Erdhejê li Rojavayê Bakurê Sûrî jî xist. Li gor daneyên Neteweyên Yekgirtî li vê herêmê herî kêm 4 hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dane. Von Kamil Basergan.
2/17/202332 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

Piştî erdheja dijwar hewldan berdewam in

6’ê mehê roja duşemê li navçeyê Bazarcix û Elbistan’ê yên Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 a pîvana rîchterê du erdhej li dû hev pêk hatin. Erdhej ji Eden’ê heta Amed’ê, ji Meletî heta bajarê Sûrî Laziqiyê ziyan gihand can û malê xelkê. Tê ragihandin hejmara qurbaniya zêdeyî 21 hezar e û ev hejmar her saet zêde dibe. Von Kaya.
2/10/202354 minutes, 5 seconds
Episode Artwork

Koma NANOBEAT û dîroka muzîka Kurdî

Koma navnetewî ya muzîkê ya NANOBEAT vê dawiyê albûmeke nû ya bi navê “everything” derxist. Vê heftê mêvanên Cosmo Kurdî ji NANOBEAT Hemn Darya û Hedi Jabar in. Ew herdu jî ji me re behsa karên xwe yên muzîkê, pêşbirkên ku ew tê de beşdar bûne û herweha ya albûma xwe nû dikin. Hevdem, dîroka muzîka Kurdî bi taybetî jî li cem Kurdan Rock beşek ji podcasta me ne. Von Kamil Basergan.
2/3/202326 minutes, 39 seconds
Episode Artwork

Hevpeyvîna taybet a digel Selahattin Demirtaş

© WDR 2023 Von Kamil Basergan.
1/27/202329 minutes, 20 seconds
Episode Artwork

Almanya'yê fermana Êzîdiyan nas kir

Bundestag’ê zilma hov a rêxistina terorê ya Daiş’ê ya ser Êzîdiyan a wekî Genozid anku nijadkujî pênase kir. Meclîsa Federal roja pêncşemê pêşniyara fraksiyonên SPD, Partiya Kesan û FDP’ê bi yek dengî pejirand. Fraksiyonên partiya Çep û AfD, ku di amadekirina biryarê de beşdar nebûbûn, dengê erê dan. Von Abducelil Kaya.
1/20/202344 minutes, 2 seconds
Episode Artwork

Beriya hilbijartinan zextên ser HDP'ê

Doza girtina HDP, doza Kobaniyê û doza li dij şaredarê Stenbol’ê. Ev doz ewê hemû encamên hilbijartinan diyar bikin. Herweha vê heftê HDP ragihand ewê bixwe namzetek nîşan bide û bikeve hilbijartinên serokkomariyê. Emê ji Amedê ji nûçegihana xwe Hatice Kamer bipirsin, ka sedem û dengvedanên vê biryarê çi ne ? Von Celil Kaya.
1/13/202325 minutes, 55 seconds
Episode Artwork

Xaça Federalî ji Feryad Fazil Omer re

Zanyarê Kurd Feryad Fazil Omar ji ber xizmetên xwe yên bilind ên di warê zimanê Kurdî de hêjayî nîşana lîyaqatê ya federal hat dîtin, ku bilinditrîn xelata li Almanya’yê ye. Von Kamil Basergan.
1/6/202337 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

Li Parîs'ê dîsa komkujî

Di 23'ê mehê de li Parîs’ê li dij dezgeh û kargehên Kurdan êrîşek pêk hat û sê kes hatin kuştin, sê kesên din jî hatin birîndar kirin. Hat ragihandin, êrîşbir nijadperestekî Fransiz e. Lê belê Kurdên li Fransa’yê bawer nakin, ev qetlîam karê nijadperestekî be. Û bi taybetî jî piştî kuştina sê jinên Kurd a sala 2013 û pirsên ku ji hingî ve bêbersiv mane. Von Celil Kaya.
12/30/202220 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

Çiya Rabiî: Lehengê Würzburg

Penaberê Kurd Çiya Rabiî parsal li bajarê Würzburg'ê mînakeke wêrekiya medenî nîşan da û li hember êrîşbirekî rawestiya. Ev mêrikê xelkê Mahabad hejayî çendîn xelatan hat dîtin. Von Kamil Basergan.
12/23/202230 minutes, 22 seconds
Episode Artwork

Reva ji destê dadgerên Erdoğan

Hejmara hevwelatiyên Alman, ku li Tirkiye'yê asê mane ber bi zêdebûnê ve diçe. Wezareta derve ragihand, niha zêdeyî 120 hevwelatî li Tirkiye'yê girtî ne yan di derbarê wan de qedexeya derketina derveyî welêt heye. Ji Hamburg’ê bi Îlhamî Akter, ew jî ji ber parvekirinên ser torên civakî li Tirkiye’yê hatiye girtin û hetta ceza jî xwariye. Lê camêr wekî fîlmên aksiyonê ji Tirkiye’yê reviya û xwe gihand Almanya’yê. Û ev serpêhatiya xwe kir pirtûk û bi Tirkî û Almanî weşand. Von Celil Kaya.
12/16/202239 minutes, 19 seconds
Episode Artwork

Pereyê hevwelatiyan, hevwelatîbûn û hatina karkerên pispor

Di sala nû de, di warê alikariyên sosyal, hevwelatîbûn û hatina karkerên pispor ên biyanî de hin guhertin pêk tên. Wekî mînak di şûna Hartz IV de Bürgergeld. Lê ewê çi biguhere? Von Kamil Basergan.
12/9/202230 minutes, 28 seconds
Episode Artwork

Tirkiye dîsa êrîşî Rojava dike

Piştî êrîşa li Stenbol’ê ya 13’ê Mijdarê herkes li bendê bû, Tirkiye vê êrîşê ji xwe re bike hincet û êrîşî Rojava bike. Weha jî bû û Tirkiye ji 19’ê Mijdarê û vir ve bi firokeyên şerrî û topan êrîşî herêmên rêveberiya xweser dike. Hat ragihandin, di êrîşan de heta niha 13 sivîl hatin kuştin ku di nava wan de rojnamevanek jî heye. Herweha zarokek û rojnamegerî din jî tê de bi dehan kes birîndar bûn. HSD’ê ragihand herî kêm 20 şervanên wan di encama êrîşan de jiyana ji dest dane. Von Celil Kaya.
12/2/202230 minutes, 15 seconds
Episode Artwork

„Xwepêşandanên li Îranê berdewam dikin“

Xwepêşandanên li Îran'ê berdewam dikin. Li Rojhilatê Kurdistan'ê hêzên Komara Îslamî bi hovî êrîşî xelkê dikin, ku heta niha 300 kes hatin kuştin û 14 hezar kes hatin girtin. Von Kamil Basergan.
11/25/202233 minutes, 56 seconds
Episode Artwork

Êrîşa Stenbol'ê karê kê ye?

Yekşema buhurî li kolana Îstîklalê êrîşeke bombeyî pêk hat, ku di encamê 6 kes hatin kuştin û bi dehan kes hatin birîndar kirin. Êrîşbira bergûman çend saet piştî bûyerê hat girtin. Dezgehên fermî ragihand, ku êrîşbir li xwe mukir hatiye, ku endama PYD/PKK’ê be û ji Kobani’yê hatiye. Aliyê Kurdî ev îddîa red kirin. Hevdem gelek agahiyên nakok derketin holê, ku digihîjin heta rêxistina MHP ya navçeya Güçlükonak a Şirnex’ê. Ji Amedê, nirxandinên rojnameger Hatice Kamer. Von Celil Kaya.
11/18/202240 minutes, 28 seconds
Episode Artwork

Enflasyon di nav karsazan de

© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
11/11/202226 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

Li Efrîn'ê çi diqewime?

Piştî ku Erdoğan sinyala wê yekê da, ku ewê siyaseta xwe ya hember rejîma Esad biguherîne, ne tenê li herêmên dagirkirî xwepêşandan hatin li dar xistin, lê herweha Şaxa Sûrî ya Al Qaide, Heyet Tehrir’l Şam ket Efrînê. Ev hemû jî bi rizmanediya Tirkiye’yê pêk hat. Gelo Tirkî dixwaze ji artêşa azad re bêje, ser xwe re neçin, heddê xwe zanibin? Yan dixwaze di hevdîtinên digel rejîmê de eniyeke xurttir derxe pêşiya Esad? Em van pirsan, ji Washington‘ê ji rojnameger Sirwan Qiço bikin. Von Celil Kaya.
11/4/202239 minutes, 57 seconds
Episode Artwork

Tirsa penaberan ji ku tê?

© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
10/28/202225 minutes, 58 seconds
Episode Artwork

Sînemaya Kurdî yan Sînemaya bi Kurdî?

Vê heftê bi boneya festîvala fîlmên Kurdî ya Hamburg’ê em behsa sînema Kurdî dikin. Di vî warî de em bi listîkvanê sînemayê Bilal Bulut re li ser fîlm û fîlmsaziya Kurdî dipeyivin. Camêr him di fîlmên Kurdî û Tirkî de dilîze û herweha yek ji amadekarên festîvala Hamburg’ê ye. Von Celil Kaya.
10/21/202236 minutes, 43 seconds
Episode Artwork

„enflasyon û newekheviya civakî“

© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
10/14/202234 minutes, 5 seconds
Episode Artwork

Serhildana Jinan: Jin, Jiyan, Azadî

Ev sê hefte ne li seranserî Îran’ê xwepêşandan berdewam dikin, ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya xelkê Rojhilat’ê Kurdistan’ê hatibûn dest pê kirinin. Xwepêşandan li seranserî cîhanê deng vedidin. Em jî li ser xwepêşandan û serhildanên jinan ên li Îran’ê digel çalakvana mafên jinan Zeinab Bayazidi dipeyivin. Birêz Beyazîdî bi xwe xelkê Rojhilat e û bi salan di zindanê de maye, berî ku were Almanya’yê. Von Celil Kaya.
10/7/202249 minutes, 8 seconds
Episode Artwork

Jîna Emînî: Jin, Jiyan, Azadî

Piştî ku Jîna Emînî, keçeke ciwan a Kurd a ji Seqiz, li Tehran’ê bi destê polîsan ve hat kuştin, di serî de li Rojhilatê Kurdistan’ê li seranserî Îran’ê xwepêşandan hatin li dar xistin. Hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamî bi tundî êrîşî xwepêşandêran kir û tê ragihandin heta niha pirraniya wan li bajarên Kurdnişîn dora 54 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne. Herweha bi sedan kes jî aliyê polîsan ve hatine girtin, ku aqûbeta wan nayê zanîn Von Kamil Basergan.
9/30/202239 minutes, 22 seconds
Episode Artwork

Li cem polîsa Berlîn'ê nijadperestî

Di 9'ê mehê de, di serdegirtina malekê ya li Berlîn’ê de polîsek, li dij xwediyê malê gotinên nijadperest bi kar anî. Polîsa Berlîn’ê ew polîs yeskser ji karê derve kişand û hikûmeta Berlîn’ê jî bûyer şermezar kir. Gelo ev helwest bi rastî heta dawiyê weha bimeşe yan wekî bûyerên din ên bi vî rengî, di taliyê de berpirsiyar ceza nexwin? Li ser vê bûyerê û li ser helwesta rayedaran em jî digel Endamê Parlamentoya Eyaletê ya Berlîn’ê birêz Jian Omar re dipeyivin. Von Abducelil Kaya.
9/20/202238 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

Kêmaniyên olî ji Iraq'ê direvin

© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
9/16/202231 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

Yaşar Kemal bi Kurdî

Vê heftê mijara me yek ji mezintirîn nivîskarên wêjeya bi zimanê Tirkî Yaşar Kemal e, ku pirtûkên wî Kurdî jî tê de bo zêdeyî çil zimanan hatine wergerandin. Di vê beşê de emê guh didin nirxandinên rexnegîr û weşangeran û em herweha digel Wergêr û Rojhilatnas Bekir Şiwanî dipeyivin, ku pirtûkeke li ser vî nivîskarê mezin wergerandiye Kurdî Soranî. Wekî din fîlmsaz Sîrwan Rehîm ji me re him behsa belgefîlma ser Yaşar Kemal û him jî qonaxên jiyan û nivîskariya Yaşar Kemal dike. Von Celil Kaya.
9/9/202252 minutes, 39 seconds
Episode Artwork

Îran û Rêkeftina Navokî

Serok Biden hewlê dide, ku rêkeftina navokî ya digel Tehran'ê, ku Trump di 2018'an jê vekişiya bû careke din vejîne. Lê belê him Komarparêz him Îsraîl ji vê yekê nerazî ne. Bi saya rêkeftina atomî (navokî) ya di dema serokê DYE Obama de, him Îran bernameya xwe ya navokî sînordar kir him jî mueyyideyên ser Îran’ê bi qismî bin jî hatin rakirin. Lê belê di sala 2018’an de serokê wê demê yê DYE Trump ji vê rêkeftinê vekişiya û pêkirinên girantir danîn ser Komara Îslamî. Von Kamil Basergan.
9/2/202232 minutes, 22 seconds
Episode Artwork

Wergerandina edebiyata zarokan

Çîrokên navdar ên cihanê her ku diçe bêhtir bi Kurdî tên wergerandin û gelek weşanxane jî wan geh wekî set geh yeko yeko çap dikin û digihînin dê û bavan. Vê dawiyê Yekitiya Malbatên Kurdistan’ê YEK-MAL li ser wergerandina edebiyata zarokan rêze-kargeh li dar xistin, ku tê de pisporên zimanî û pedagojiyê, werger û herweha weşanger beşdar bûn. Von Celil Kaya.
8/26/202251 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

Nameyên ji şairekî ciwan re

Herkesê ku rêya wî bi edebiyata modern ya cîhanê ketiye, bi awayekî navê Rilke bihistiye. Dr. Abdullah Incekan berhema wî ya bi navê Nameyên ji şairekî ciwan re wegerand Kurdî. Dr. Abdullah İncekan nivîskar, zimannas û pedagogekî Kurd e, ku ji zaroktiya xwe ve li Almanya’yê dijî. Wî li zanîngeha Duisburg-Essenê beşên Germanîstîk, Turkolojî û Pedagojîya Înterkulturel xwendine û Doktoraya xwe jî li zanîngeha Bamberg’ê di beşa Zimannasiya Gelemperî de li ser hin xalên zimanê Kurdî kiriye. Von Celil Kaya.
8/19/202240 minutes, 25 seconds
Episode Artwork

„Xwepêşandan û aloziyên li Iraqê“

© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
8/12/202235 minutes, 39 seconds
Episode Artwork

Havîna îsal di bin pêla germî de

© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
8/5/202227 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

Êrîşa Perex'ê: Tirkiye ket tengasiyê

Wezîrê Karên Derve yê Iraq'ê Fûad Husên roja 26’ê mehê li pêşiya Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî bang li Tirkiye’yê kir, ku dawî li operasyonên xwe yên leşkerî yên li ser axa Iraq’ê bîne. Civata Ewlekariyê, li ser banga Iraq’ê bi lezgînî kom bû, ku êrîşa roja 20’ê mehê ya ser seyrangeheke gundê Perex’ê ya Başûrê Kurdistan’ê nîqaş bike. Di encama vê êrîşê de zarok jî tê de 9 geştiyarên Ereb ên ji Naverast û Başûrê Iraq’ê hatibûn kuştin û 33 kesên din jî hatibûn kuştin. Von Celil Kaya.
7/29/202245 minutes, 16 seconds
Episode Artwork

Hevkariya di navbera NRW û Başûrê Kurdistan'ê de

Di peymana koalisyona NRW’ê de tê diyar kirin, ku hikûmeta nû dixwaze peywendiyên digel Başûrê Kurdistan'ê ne tenê berdewam bike lê herweha hevkariyê xurttir bike. Parlamentera eyaletê ya NRW’ê Berivan Aymaz di vê xelekê de behsa van danûstandin û peywendiyên pirreng ên digel Başûrê Kurdistan’ê dike. Von Kamil Basergan.
7/22/202226 minutes, 32 seconds
Episode Artwork

50'emîn salvegera koça dawî ya Hesen Zîrek

Hesen Zîrek Hesen Zîrek belkî navdartirîn strabêjê Kurdî ye. Wî di domahiya temena xwe ya 51 salan de dora 1500 stran tomar kirin û herweha bi şêwaza xwe bandoreke mezin li ser strabêjên din kirin. Her ji ber vê yekê stranbêj di nav civaka Kurdî de wekî hunermendek xwedî cihekî taybet e. Von Kamil Basergan.
7/15/202240 minutes, 12 seconds
Episode Artwork

Almanya: Naskirina Fermana Êzîdiyan

Di 20’ê mehê de li cem Parlamentoya Federal civîneke ji bo naskirina Fermana Şingal’ê hat li dar xistin, ku pisporên ku tê amade bûn, bi yek dengî pêşniyar kirin, ku Fermana 2014’an wekî Genozid were naskirin. Di civînê de him mexdûrên hovîtiya Daişê û him jî nûnerên rêxistinên Êzidiyan ên li Almanya'yê jî beşdar bûn. Von Kaya.
7/1/202240 minutes, 8 seconds
Episode Artwork

Almanya navên Kurdan dide MIT'a Tirk

Li Almanya’yê, ev 30 sal in, ku her komele yan dezgehek, ku navê ‘Kurdî’ li ser be, agahiyên wê bi awayekî otomatîk ji bo Dezgeha Parastina Destûrê (BfV) û Emniyeta Federal (BKA) tê şandin. Ev yek di dawiha meha Gulanê de li ser bersiva hikûmeta federal a ji bo pirsiyarnameyeke ya parlamentera ji Partiya Çep Gökay Akbulut derketibû holê. Daîreya Zanistî ya Bundestag dibêje, ev yek ne qanûnî ye. Von Celil Kaya.
7/1/202239 minutes, 30 seconds
Episode Artwork

Derketin û çalakiyên dema vala li NRW

© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
6/24/202227 minutes, 12 seconds
Episode Artwork

Dersînorkirina penaxwazên ji Tirkiye'yê

© WDR 2022 Von Celil Kaya.
6/17/202242 minutes, 40 seconds
Episode Artwork

Krîza civakî li Îranê

© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
6/10/202233 minutes, 45 seconds
Episode Artwork

Erdoğan êrîşên nû yên ser Rojava ragihandin

Serokkkomarê tirk Erdoğan vê heftê êrîşên nû yên ser Bakurê Sûrî ragihandin. Vê carê hedef Menbic û Til Rifaat in. Ji Rûsya û DYE nerazîbûn hatin lê belê nayê zanîn ka ji ber muzakereyên endametiya Swêd û Fînlandiya ya li cem NATO Amerîka careke din lempa kes ji Tirkiye'yê veke. Rêvebirê rêxistina sivîl PÊL Ferhad Ehmê şîrove dike. Von Celil Kaya.
6/3/202246 minutes, 21 seconds
Episode Artwork

Nifşa ciwan berdewamî di nav qeyranê de ye

Pandemiya Corona hîna bi dawî nebû, îcar di meha Sibatê de şerê li Ukrayna’yê dest pê kir. Herweha tirs û fikarên jîngehî jî didomin. Ev qeyran jî herî zêde bandora xwe li ser ciwanan dikin: Ev yek serencama lêkolîneke li Almanya’yê ye. Dêrûnînas Lana Gaff encamên wê rave dike. Von Kamil Basergan.
5/27/202224 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

Ji Erdogan bazariya NATO û Kurdan

© WDR 2022 Von Celil Kaya.
5/20/202229 minutes, 19 seconds
Episode Artwork

Pûtîn çima dev ji Ukrayn'yê ber nade?

© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
5/13/202227 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

Kazimî ji bo Erdoğan şerê wekaletê dike

Çavê cîhanê li Ukrayna'yê lê Tirkiye êrîşên xwe yên ser Rojava û Başûrê Iraq'ê zêde kirin. Hevdem li ser daxwaza Tirkiye'yê artêşa Iraq'ê jî ev çend roj in bi çekên giran êrîşî Şingal'ê dike. Yekîneyên Berxwedanê yên Şingal'ê YBŞ jî bersiva êrişan dide û ji ber hevkariyê PDK'ê tawanbar dike. Dr. Sardar Saadî rewşê dinirxîne. Von Celil Kaya.
5/6/202238 minutes, 48 seconds
Episode Artwork

NRW: Hilbijartinên Eyaletê ya 2022

© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
4/29/202228 minutes, 12 seconds
Episode Artwork

Rehîneyên siyasî yên Erdoğan

© WDR 2022 Von Celil Kaya.
4/22/202241 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

Gaza Xwezayî: Kurdistan dibe alternatîfa Rûsya'yê?

© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
4/15/202230 minutes, 41 seconds
Episode Artwork

Daişiyên vegeriyayî şîrîkê jenosîdê ne

Hikûmeta federal 10 Daişiyên jin û 27 zarokên wan ji Rojava rahiştin û anîn Almanya’yê. Lê belê ev ne yekem car bû. Almanya’yê ji Havîna 2019’an û vir çar carên din bi giştî 12 jinên Daişî û 42 zarok paş de anîne. Ev jin û zarok xeternak in? Darizandina daişiyên vegeriyayî çawa dimeşe? Ji Zentralrat der Ezide (ZED) Dr. Irfan Ortac rave dike. Von Celil Kaya.
4/8/202242 minutes, 26 seconds
Episode Artwork

Gender: Li cem Kurdan zayenda civakî

Gender, an ku zayenda civakî li ser wan rolên zayendî hûr dibe, ku ji aliyê civakê ve hatine danîn û civak li bendê ye, ku her jin û mêrek di çarçoveya van rolan de tevbigerin. Gender, Ev rol dikarin li gor asta xurtbûna baviksalariya nav civakê tên guhertin. Ev têgih ne tenê li Ewropa lê li gelek welatên din jî di rojevê de ye û di serî de rêxistinên jinan dixwazin, ku baviksalariya nav civakê bişkenînin û vê hişmendiyê bikin parçeyeke jiyana rojane. Von Kamil Basergan.
4/1/202232 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

Tevî sistkirinan dîsa jî vaksîn

Em di pandemiyê de ketin qonaxeke nû û gelek tedbîrên pandemiyê jî yan hatin rakirin yan jî hatin sist kirin. Lê belê ev nayê wê wateyê, ku pandemî bi dawî bû. Li gor amarên Enstituya Robert Koch, di nav hefteyekê de 1 milyon û nîv haletên nû yên Coronayê hatin tomar kirin, ku ev rêje rekorek e. Von Celil Kaya.
3/25/202217 minutes, 29 seconds
Episode Artwork

Newroza we pîroz be

Sersala Kurdî Newroz her sal di 21'ê Adarê de tê pîroz kirin. Îsal jî tevî hemû şer û pevçûn û karesatan Newroz li cem gel coşiyeke peyda dike. Ji ber ku Newroz him hatina biharê him jî destpêka saleke nû ye. Von Kamil Basergan.
3/18/202234 minutes, 40 seconds
Episode Artwork

Şerê Ukrayna'yê û Rojavayê Kurdistan'ê

Şerê Ukrayna'yê berdewam dike. Nerazîbûna cîhanê ya li hember Pûtîn zêde dibe. Gelo ev şer dikare helwesta cihanê ya li hember Kurdên Sûrî biguherîne û fesendek bide wan? Dr. Yasin Sunca him sedem him jî encamên pêkan ên vî şerî şîrove dike. Von Celil Kaya.
3/11/202244 minutes, 9 seconds
Episode Artwork

Şerê li Ukrayna'yê

Ji 24'ê Sibatê û vir ce Rûsya êrîşî Ukrayna'yê dike. Li hember vê êrîşê li seranserî Ewropa nerazîbûneke tun hat. Ji ber şer û pevçûnan dora milyonek kes jî derbeder bûn û berê didin welatên cîran. Di nav wan de gelek kesên ne Ukraynayî jî hene, li wir diçûn zanîngehê. Von Kamil Basergan.
3/4/202227 minutes, 53 seconds
Episode Artwork

COSMO Kurdi - 04.03.2022 - Krîza Ûkraynayê

© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
3/3/202227 minutes, 53 seconds
Episode Artwork

Dersên Kurdî: Modela Swêd'ê

21'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê bû. Em jî vê heftê li ser dersên Kurdî yên li Almanya'yê hûr dibin û wê bi Swêd'ê, ku baştirîn mînaka li Ewropa'yê ye, didin ber hev. Mamoste Samîr Xidir Ebdî û Haydar Diljen mêvanên vê xelekê ne. Von Celil Kaya.
2/25/20221 hour, 8 minutes, 40 seconds
Episode Artwork

Mihrîcana Çand û Hunerê ya Kifrî

© WDR 2022 Von Kamil Basergan.
2/17/202227 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

Anatomiya skandalekê: Amed Ahmad çima mir?

Xortê Kurd Amed Ahmad di encama zincireke skandalan de jiyana xwe ji dest da. Vê heftê komîsyona lêpirsînê ya parlamentoya eyaletê ya NRW jî guhdariya şahidê dawî kir û ew jî gihaştin wê encamê ku polîs û karmendên dadweriyê nabe ku werin darizandin. Anku hêviyên edaletê ya dê û bavê Amed careke din şikestin. Von Abducelil Kaya.
2/11/202230 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

Bandora Corona ya ser hin pîşeyan

Pandemiya Corona du salên xwe li dû hiştin. Him vê şewbê him jî tedbîrên li dij wê gelek beşên kar û xebatê xistin bi tengezariyê. Di nav wan de ne tenê restoran û cafe hene lê belê dibistan û pîrxane jî hene, ku gelek kes ji ber barê giran gilî û gazinan dike. Von Kamil Basergan.
2/4/202230 minutes, 52 seconds
Episode Artwork

Corona: Bilançoya du salan

Enstituya Aborîya Almanya'yê IW di vî warî de raporek belav kir û ragihand, ku Almanya di du salên buhurî de dora 350 Milyar Euro zirar kirine û bi tenê di çareka pêşîn a îsal de zirara ku Corona daye aboriyê dora 50 mîlyar Euro ne. Von Abducelil Kaya.
1/28/202229 minutes, 15 seconds
Episode Artwork

Amerîka leşkerên xwe ji Iraq'ê vedikişîne

Ji Enstituya Fransî ya lêkolînên ser peywendiyên navnetewî (IFRI) berpirsiyarê beşa Iraq’ê lêkolîner Adel Bakawan di vê xeleka me de him di derbarê dagirkirina Iraq’ê ya sala 2003’an de agahiyên paşxaneyê dide û him jî encamên pêkan ên vekişîna giştî ya ser seranserî Iraq’ê û Herêma Kurdistan’ê şîrove dike. Von Kamil Basergan.
1/21/202233 minutes, 2 seconds
Episode Artwork

25 sal li dû Hunermenda Nemir Eyşe Şan

18'ê Kanûnê 25'emîn salvegera koça dawî ya hunermenda nemir Eyşe Şan bû. Eyşe Şan tevî hemû zehmetiyê malbatî û civakî dev ji stranbêjiyê berneda. Wê herweha di stranên xwe de adetên civakî yên wekî 'hewî' rexne kir û xwedî li ziman û nasmeya xwe ya Kurdîtî derket, got 'Zimanê Kurdî', 'Pêşmerge'. Nivîskarê pirtûka jînenîgariya Eyşe Şan Kakşar Oremar vê heftê mêvanê COSMO Kurdî ye. Von Abducelil Kaya.
1/14/202227 minutes, 1 second
Episode Artwork

Drava hevpar a Ewropî Euro bû 20 salî

Îsal drava Yekitiya Ewropî Euro dikeve 20 saliya xwe. Pisporê YE Dr. Zana Kurda dibêje, biyara Euro di warê yekgirtîbûna siyasî û aborî ya Yekitiyê de gaveke girîng bû û bi ser jî ket. Dr. Kurda herweha dibêje, herçend di bazarên cihanê de bêhtir Dolara Amerîkî hebe jî, Euro drava herî pê bawer e. Von Kamil Basergan.
1/7/202229 minutes, 59 seconds
Episode Artwork

COSMO Kurdî – 02.01.2021 – Şano: Die Krabbenwanderung (3/3)

© WDR 2022 Von Celil Kaya.
1/2/202259 minutes, 26 seconds
Episode Artwork

COSMO Kurdî – 19.12.2021 – Şano: Die Krabbenwanderung (2/3)

© WDR 2021 Von Celil Kaya.
12/19/202146 minutes, 57 seconds
Episode Artwork

COSMO Kurdî – 12.12.2021 – Şano: Die Krabbenwanderung (1/3)

© WDR 2021 Von Abducelil Kaya.
12/12/202156 minutes, 42 seconds